Wezîrê derve yê Amerîkayê “rêya serkeftinê” nîşanî hikumetê Elawî dide

Morgan Ortagos, gotebêja wezareta derveya Emerîkayê naveroka peywendîya telefonîya di navbera Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê û Mehemed Tewfîq Elaewî raspartîyê pêkanîna kabîneya nû aşkera dike.

K24- Hewlêr

Ortagos ragehand, tevî tekezkirinê derbarê peywendîyên dû alî ji armancên hevpişik di navbera herdû welatan de, ku têkşikandina Daişê, hevdem tekez li ser hevkarîya Emerîkayê bo Îraqê kirîye.

Wezîrê derve yê Emerîkayê di wê peywendîya telefonî de, pêşwazî li sozên Elawî kirîye  bo dîyarkirina dema encamdana helbijartinên pêşdem.

Ortagos aşkera jî kirîye, ku Pompêw bi Elawî ragehandîye, arîşeyên xwe li gel serkirdeyên sîyasî yên Kurd û Sûnne çareser bike, daku hikumeta wî di erkên xwe yên sereke de serkevtî be.