Li Idlibê 10 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û birîndarkirin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama êrîşeke firokeyên şer ên Rûsya û rêjîma de, 10 serbazên Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin û birîndarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama êrîşeke firokeyên şer ên Rûsya û rêjîma de, 10 serbazên Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangehê belav kir, firokeyên şer ên Rûsya û rêjîma Sûriyê êrîşî ser xaleke artêşa Tirkiyê li herêma Kensefra li başûrê Idlibê kir, di encamê de hejmarek otombîlên serbazî hatin şewitandin û 10 serbazên Tirk jî hatin kuştin û birîndarkirin.

Ev yek di demekê de ye, îro û piştî şerekî dijwar di navbera artêşa Sûriyê û grûpên çekdar de, artêşa Sûriyê karî sê gundan li başûra Îdlibê kontrol bike.

Rewangehê amaje bi wê jî da, hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve îro xalên rêjîma Sûriyê li gundên rojhilatê Idlibê mûşekbaran dikin û dest bi êrîşeke bejahî jî kirine.

 

S. B