Dijberîya Sûriyê gundê Nêrb kontirol kir
Dijberîya Sûriyê gundê Nêrb li derdora Îdlibê kontirol kir.
K24- Hewlêr
Dijberîya Sûriyê gundê Nêrb li derdora Îdlibê kontirol kir.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, komên dijberîya Sûriyê bi piştevanîya Tirkiyê karîn dest danin ser 4 gundan ji wan jî gundê Nêrb a başûra rojhlata Îdlibê.
Li gor Riwangehê, di beranber de jî artêşa Sûriyê karî di dema dû rojan de dest dane ser 11 navçeyan li başûra Îdlibê .
RIwangehê belav jî kirîye, ku ji encama êrîşên artêşa Tirkiyê li ser bajarokê Seraqib, 9 serbazên artêşê hatin kuştin.
Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku di şerê kontrolkirina Nêrbê de jî 11 serbazên artêşê û 26 çekdarên dijberîyê hatîne kuştin.