Dijberîya Sûriyê gundê Nêrb kontirol kir

Dijberîya Sûriyê gundê Nêrb li derdora Îdlibê kontirol kir.

K24- Hewlêr

Dijberîya Sûriyê gundê Nêrb li derdora Îdlibê kontirol kir.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, komên dijberîya Sûriyê bi piştevanîya Tirkiyê karîn dest danin ser 4 gundan ji wan jî gundê  Nêrb a başûra rojhlata Îdlibê.

Li gor Riwangehê, di beranber de jî artêşa Sûriyê karî di dema  dû rojan de dest dane ser 11 navçeyan li başûra Îdlibê .

RIwangehê belav jî kirîye, ku  ji encama êrîşên artêşa Tirkiyê li ser bajarokê Seraqib, 9 serbazên artêşê hatin kuştin.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku di şerê kontrolkirina Nêrbê de jî 11 serbazên artêşê û 26 çekdarên dijberîyê hatîne kuştin.