Li Çînê 71 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest

Li Çînê 71 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dan û Rêveberîya Tiremp jî daxwaza 2 milyar û 500 milyon dolaran dike bo rûbirûbûna wê vayrosê.

K24- Hewlêr

Li Çînê 71 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dan û Rêveberîya Tiremp jî daxwaza 2 milyar û 500 milyon dolaran dike bo rûbirûbûna wê vayrosê.

Desthelatdarên Çînê belav kirîye, di 24 demjimêrên bûrî de, 71 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane. Bi vê yekê jî hijmara wan kesên heya niha bi sedema wê Vayrosê canê xwe ji dest dane gehiştîye 2 hzar û 663 kesan.

Hevdem desthelatdarên Koriya Başûr jî ragehandin, ku 60 haletên din ên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatîne tomarkirin û hejmara tûşbûyan li wî welatî gehiştîye 893 kesan.

Fermandarê hêzên Emrîkayê jî li Koriya başûr, tûşbûna serbazekê welatekê xwe li Koriya Başûr bi Vayrosa Koronayê piştrast kir.

Koçka Sipî jî ragehandîye, rêveberîya serokê Emrîkayê, Donald Tiremp bo berengarbûna Vayrosa Korona daxwaza 2 milyar û 500 milyon dolaran ji kongirêsî kirîye.