Rusya bi zimanekî zivir bersiva Tirkiyê dide

Wezîrê derve yê Ruisya ragehand, wan ti caran rêkkevtin li gel Tirkiyê nekirine ku terorist hêirşî wan bikin û ew bersiva wan nedin.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Ruisya ragehand, wan ti caran rêkkevtin li gel Tirkiyê nekirine ku terorist hêirşî wan bikin û ew bersiva wan nedin.

Sergî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiya ragehand: Ti deman wan rêkkevtineke weha di navbera Potin û Erdogand de nebûye ku li beranber hêrişên teroristan bê bersiv bimînin.

Herweha got: Heke ew bi vî awayî bimînin, ez bi bawerim ku cihê sersurmayê nabe bo hêzên Tirkiyê ku bersiva me bibîne û divê evê yekê jî bi zelalî têbigêjin.

Got jî: Teroristan hêriş kirîne ser bingehên serbazîyên me, supayê Sûriyê, xelkê sivîl û ew deverên ku sûpayê Tirkiyê têde cihgîre.

Divê dawîyê de, zimanê navebera Tirkiyê û Rusiyê, tevî hewldanê bo aramkirin û rûbirûnebûna artêşa herdû alîyan li Suriyê lê zivir bûye û hevdû tuhemetbar dikin bi cibicî nekirina rêkkevtinên di navebra herdû alîyan de.