Li Şamê teqînek çê bû 2 sivîl bûne qurbanî
Di encama teqînekê de li Şamê paytexta Sûriyê du kesên sivîl bûn qurbanî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqînekê de li Şamê paytexta Sûriyê du kesên sivîl bûn qurbanî.
Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî ragihand, li nêzîkî yarîgeha Tişrînê ya Şamê, bombeyek ku di nava otombîlekê de hatibû danîn teqiya, di encamê de kesekî sivîl canê xwe jidest da û kesekî din jî birîndar bû.
Ev çaremîn teqîn e di mehekê de li Şamê rû dide, ku roja Pênçsema bûrî jî teqînek bi heman awayî rû da û du kes birîndar bûbûn.
Herwiha berî wê jî li navçeya Bab Misela jî teqînek rû dabû û pênc kes birîndar bûbûn.
S. B