Şandên Tirkiye û Rûsyê li ser Idlibê civiyan

Şandên Tirkiye û Rûsyayê careke din derbarî rewşê Îdlibê de civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor nûçeyên medya Tirkiyeyê, şandên Rûsya û Tirkiyeyê derbarê pêşhatên dawî Idlibê de civiyan.

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de aloziyên li ser rageşiyên li Idlîbê berdewam in. Heta niha 16 serbazên Tirkiyê li Idlîbê ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve hatin kuştîn. Tirkiye ji bo ravestandina hêzên Hikûmeta Sûriyê li Idlîbê bi Rûsyayê re di nav danûstandinan de ye.

Di çend rojên bûrî de hejmarek hevdîtin di navbera herdu aliyan de li Enqerê û piştre jî li Rûsyayê çê bûbûn, lê bê encam bûn.

Li aliyê din Tirkiye zêdetir hêz û alavên serbazî dişîne Îdlibê. Şeva din jî, bi dehan barhilgir ji Hatayê derbasî Îdlibê bûn.

Li gor medya Tirkiyeyê, di êrişên dawî yên Artêşa Sûriyê de, dehan sivîl li gundewarên Îdlibê hatine kuştin.

 

S. B