Navên kandîdên kabîneya Elawî têne belavkirin

Mêdyayên Îraqî navên pişkek ji kandîdên postên wezaretên kabîneya Mehemed Elawî belav kirîye, lê navê her yek ji wezaretên navxweyî, darayî , dad, bazirganî û wezîrê dewletê bo karûbarên Herêmê nehatîye belavkirin.

K24- Hewlêr

Ev jî navên wan wezîrane:

Mezher Mihemed Salih Wezîrê Pilandanînê.

Mûzer Zekî Hîlal Wezîrê Tenduristiyê.

Mazin Muhsin Hekîm Wezîrê Perwerdeyê

Cabir Hebîb Cabir Wezîrê Derve.

Muzahim Xeyat, Wezîrê Xwendina Bilind

Wasiq Haşimî Wezîrê Rewşenbîrî.

Ehmed Racî Kûbe Wezîrê Veguhestinê.

Basim Cemîl Wezîrê Koç û Koçberan.

Husên Çelebî Wezîrê Petrolê.

Riyaz Xezrecî  Wezîrê Avakirin û Niştecîbûnê

Nesîr Ebas Ensarî Wezîrê Çavkaniyên avê

Şukir Ebdulrehîm wezîrê çandiniyê.

Yûsif Mihemed Meşhedanî Wezîrê Pîşesaziyê.

Casim Ebdulzehre Yasîn Wezîrê kehrebê.

Zeyneb Ebdulsalih Wezîra Gihandinê.

Sûndis  Omer Birêqdar Wezîra kar û karûbarê Civakî

Quseyî Ebdulmihsin Wezîrê Bergriyê.