Tenduristîya Birîtaniya: 13 heletên tuşbûnê hene û xwîndingehan danaxîn
Wezareta tenduristîya Birîtaniya belav kirîye, 13 haletên nû yên tuşbûnê bi Vayrosa Koronayê li wî welatî hatîne tomarkirin.
K24- Hewlêr
Wezareta tenduristîya Birîtaniya belav kirîye, 13 haletên nû yên tuşbûnê bi Vayrosa Koronayê li wî welatî hatîne tomarkirin.
Mat Hankok, wezîrê tenduristîya Birîtaniya ragehand, hikumetê pilaneka zelal heye bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê û rêgirtinê ji belavbûna wê.
Wezîrê tenduristîyê li pêş Civata Giştî ya welatê xwe, bi dûr zanî ku haletên din yên tuşbûnê bi wê Vayrosê bihên tomar kirin.
Pêwîst bi daxistina xwîndingehan nake, çunku pişkinîn bo xwîndkaran dihête kirin.