li Enqereyê dengên stiranên Kurdî bilind dibin

Li Enqere ya paytexta Tirkiyê hunermendê Kurd Mehmet Atli, liser dîk a bi navê Yilmaz Guney a girêdayî şaredariya Çankayayê konsertek lidar xist. Atli got; hunera Kurdî û Kurdan xurt dibe û rewşa muzîka Kurdî jî, bi siyaset, civak û pirsa Kurd ve girêdayî ye.

K24- Enqere

Li Enqere ya paytexta Tirkiyê hunermendê Kurd Mehmet Atli, liser dîk a bi navê Yilmaz Guney a girêdayî şaredariya Çankayayê konsertek lidar xist. Atli got; hunera Kurdî û Kurdan xurt dibe û rewşa muzîka Kurdî jî,  bi siyaset, civak û pirsa Kurd ve girêdayî ye.

Di sala 1975an li Rezana ser Diyarbekirê ji dayîk dibe, li wir û Enqerê dixwîne û piştî qedandina perwerdeya xwe a dibistanê li Zanîngeha Yildiz Teknîk a Stenbolê beşa avahîsaziyê qezenç dike, hunermendê Kurd Mehmet Atli. Lê ew ligel xwendinê di sala 1994an de di kadroya nû ya Koma Dengê Azadî de wek, nivîskarê gotin, bestekar û solîstê komê dest bi jiyana profesyonel a mûzîkê dike. Mehmet Atliyê ku li Enqereyê li ser dik abi navê Yilmaz Guney konsertek li dar xist, di albûmên xwe de ji bilî besteyên xwe cîh dide helbest û gotinên nivîskar, hunermend û şairên navdar ên Kurd jî ku 'Ay lê Guleya' Mihemed Şêxo jî yek ji wan e.

Atliyê rewşa muzîka Kurdî jî dinirxîne ameje dike ku paşeroja muzîka Kurdî bi siyaset, civak û pirsa Kurd ve girêdeyî ye.

Mehmet Atli - Hunermendê Kurd, got: "Rewşa muzîka Kurdî girêdayî siyasetê ye bi rastî jî, girêdayî pirsgirêka Kurd e. Ber bi çareseriyê ve biçe mûzîka Kurdî jî bipêş ve diçe. Ber bi şer ve biçe muzîka Kurdî jî ber bi başbûnê naçe. mînak bidim em her tim nikarin li Enqerê konsertan bidin. Huner tiştekî civakî ye, ger gel bên bal hev, bixwazin konser çêdibin, festîval çêdibin divê em bixwazin û em bi dest bixin."

Ji aliyekî din ve Mehmet Atli anî ziman ku hunera Kurdî û Kurdan xurt e û xurttir dibe, Atli got lorîk û çîrokên dayîka min bandor ser mûzîka min kiriye û di warê muzîkê de jî kar û berxwedana wî berdewam dike.

Mehmet Atli - Hunermendê Kurd- got:- "Diya min xweş distrê, bavê wî jî wek dengbêj bû û çîrok digotin, kalikê min.Bandora wan ser min heye, ez li Diyarbekirê dijîm, dengê Diyarbekirê di guhê min de ye. Îro me dengê Diyarbekirê anî Enqerê."

Ji bilî guhdarvanên Kurd yên ku Kurdî nizanin jî guhdariya stranên Atli kirin û hêstên xwe yên derbarê konsertê bo rave kirin.

Ferhat Karaşahîn – Guhdarvan- dibêje:- 10 sal in ez guhdariya Mehmet Atli dikim. Min li Stenbolê dest bi guhdariya wî kir û piştre li Enqerê û Diyarbekirê guhdar kir. Kurdiya min tune ye lê ez jî û hevjîna min jî bi kêfxweşî em guhdar dikin.

Guven Erîbul – Guhdarvan- dibêje;- "Mehmet atli ez bi hezkirin guhdar dikim. Ez gelek şad jî bûm ku hate vê dere."

Herwiha Mehmet Atli ku heta niha bi navê "Jahr", "Wenda" û "Birîn" sê albûm derxistine di van albûmên xwe de cîh daye helbest û gotinên nivîskar, hunermend û şairên navdar yên wekî Aram Tîgran, Mihemed Arif, Cegerxwîn, Ewdille Pêşew, Arjen Arî û Mehmed Uzun jî. Herwiha Atli got; projeyên wan hene û dê di hindurê mehekê de albûma xwe 4emîn jî derxin û bi konsertan li bajaran bidin danasîn.