Şeybanî: Em dê serê meha bê balyozxaneya xwe li Enqereyê vebikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên Derve yên Sûriye û Tirkiyeyê di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de li Enqereyê tekez li ser xurtkirina peywendiyên dualî, parastina serweriya Sûriyeyê û pêdivîtiya pabendbûna Îsraîlê bi Peymana 1974ê kir. Herwisa Wezîrê Derve yê Sûriyeyê jî ragihand ku di destpêka meha bê de Balyozxaneya Sûriyeyê li Enqereyê bi rengekê fermî tê vekirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di wê konferansê de diyar kir ku wan hemî aliyên peywendiyên dualî, di nav de warên ewlehî, berevanî, tenduristî û perwerdeyê nîqaş kirine. Fîdan tekez li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê û nehîştina paşmayîyên şerê rejîma berê kir, herwiha daxwaz kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyeyê bên rawestandin û Îsraîl pabendî Peymana 1974ê bibe.
Esed Şeybanî jî ji aliyê xwe ve eşkere kir ku wan pêngavên dawiyê yên avakirina Lijneya Bilind a Hevpar temam kirine û hevkariya wan li ser erdê dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de jî, xeta karebayê ya Heleb – Bêrecîkê tê nûjenkirin, geştên asmanî yên rasterast di navbera Şam û bajarên Antalya û Îzmîrê de dest pê dikin û kar ji bo vekirina bilez a deriyê sînorî yê Qamişlo – Nisêbînê jî tê kirin.
Li ser asta stratejîk jî, her du aliyan li hev kir ku projeya girêdana xeta hesinî ya ku ji Tirkiyeyê di nava Sûriyeyê re derbazî Urdin û Kendavê dibe bileztir bikin, li gel girêdana torên kareba, gaz û dîjîtalî. Di warê ewlehiya avê de jî, Şeybanî tekez kir ku wan berdana dadperwerane ya ava Çemê Firatê nîqaş kiriye û ew li benda tevlîbûna Tirkiyeyê di civîna sêalî ya li gel Îraqê de ne.
Di warê aborî de hat ragihandin ku qebareya bazirganiya navbera her du welatan di sala 2025ê de gihîştiye 3.7 milyar dolaran û armanc ew e ku bigihîje 10 milyar dolaran. Ji bo vê meremê jî, hêsankarî ji bo derbazbûna berhemên Sûriyeyê bo bazarên Tirkiyeyê, parastina veberhêneran, dana vîzeyê û vegera bi dilxwazî û rûmet a penaberên Sûriyeyî tên kirin.
Di derheqa rewşa herêmî de jî, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê hevsoziya welatê xwe bi welatên Kendavê re li hember êrîşan nîşan da û ewlehîya Kendavê wekî prek ji ewlehiya niştimanî ya Sûriyeyê bi nav kir. Şeybanî diyar jî kir ku nêrîna wan û ya Tirkiyeyê li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandinan û parastina azadiya deryavaniyê li Tengava Hurmizê û Tengava Babulmendebê yek e.
Di dawiya axaftina xwe de, Şeybanî tekez kir ku Sûriyeya îro wekî pireke bazirganî û aramiyê ye ku Kendavê bi Tirkiye û Ewropayê ve girê dide û ti desttêwerdanekê di serweriya xwe de qebûl nake. Herwiha destnîşan jî kir ku aramiya Sûriyeyê bingeha aramiya Rojhilata Navîn e û Tirkiye di çespandina vê aramiyê de hevparekî bêcîgir e.