2 serbazên Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da ragihand, li Idlibê 2 serbazên wan hatine kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da ragihand, li Idlibê 2 serbazên wan hatine kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama bombebarana firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de 2 serbazên wan hatin kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûne.

Diyar kir jî, wan serbazên xwe yên kuştî û birindar rakirin nexweşxana Dewletê ya Kilîsê.

Nakokiya li ser Idlibê hîna di navbera Tirkiye û Rûsyayê de berdewam e, di dema dawî de gelek caran serbazên Tirkiyê li Tirkiyê rastî êrîşên artêşa Sûriyê hatine û roja 24ê vê mehê jî hat ragihandin ku zêdetir ji 10 serbazên Tirk li Idlibê hatin kuştin û birîndarkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, armanca serbazên wan li Idlibê, ne ji bo dagîrkirina xaka Sûriyê ye, lê ji bo aramiyê li Sûriyê ne.

Şer û pevçûn di navbera artêşa Sûriyê û grûpên çekdar ên serbi Tirkiyê li Idlibê berdewam e û di dawî pêşhat de, çekdaran îro careke din bajarokê Idlibê ji destê rêjîma Sûriyê kontrol kir.

 

S. B