Li Îranê 26 kes bi Korona canê xwe jidest dane
Hejmara qurbaniyên vayrosa Korona li Îranê bilind bû û kesên canê xwe jidest dane gihîşt 26 kesan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmara qurbaniyên vayrosa Korona li Îranê bilind bû û kesên canê xwe jidest dane gihîşt 26 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê aşkere kir, hejmara tûşbûyên bi vayrosa Korona li Îranê gihîşt 245 kesan û ji wê hejmarê 25 kesan canê xwe jidest dane.
Di konferanseke rojnamevanî de Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Nemekî ragihand, di 24 demjimêrê bûrî de 106 haletên nû yên tûşbûna bi vayrosa Korona li Îranê hatin tomarkirin.
Seîd Nemekî diyar kir jî, vayrosa Korona li 20 parêzgehên Îranê belav bûye. li çand bajarên Îranê nimêja Înê hatiye ragirtin.
Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, 54 kes jî ji wê vayrosê çareser bûne.
S. B