Amerîka: Em carek din venagerin sînorê Sûriyê yê li gel Tirkiye
Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê ragihand, ew carek din venagerin sînorê Sûriyê yê li gel Tirkiye.
K24- Hewlêr
Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê ragihand, ew carek din venagerin sînorê Sûriyê yê li gel Tirkiye.
Mark Esper ragihand, niha wan ti niyet nîn e, carek din vegerin sînorê Sûriyê yê digel Tirkiye. Got jî, niha Idlib navçeya herî asteng di navbeyna tevayiya navçeyên Sûriyê de ye. Ew jî, jiber hebûna hejmarek ji aliyên şerker li wê parêzgehê.
Peyvdarê Pêntagonê jî gotibû, wan hîn tu biryar derbarê daxwaza Tirkiyê, ya belavkirina Patriot ên Amerîkî li nêzîkî sînorê Sûriyê neda ye.