Li Idilbê 22 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
Parêzgariya Hetayê radiginîne, li Idlibê 22 serbazên Tirkiyê di êrîşeke esmanî de hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgariya Hetayê radiginîne, li Idlibê 22 serbazên Tirkiyê di êrîşeke esmanî de hatin kuştin.
Li parêzgeha Idlibê şerekî dijwar di navbera hêzên Tirkiyê û artêşa Sûriyê de derket û li gor zanyariyan, Tirkiye kuştî û birîndarên xwe vediguhêze nexweşxaneyên li bajarê Hatayê.
Parêzgarê Hetayê Rahmî Dogan di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên esmanî yên rêjîma Sûriyê êrîşî serbazên Tirkiyê yên li Idlibê ne kirin û di encamê de 22 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li Idlibê 34 serbazên Tirkiyê di êrîşên rêjîma Sûriyê de hatine kuştin.
Her li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê kuştî û birîndarên xwe veguhastine nexweşxaneyên li Hetay û navçeyên wê.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duhî jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, di encama bombebarana firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de 2 serbazên wan li Idlibê hatin kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûne.
Li ser dawîn rewş û êrişa li Idlibê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi amadebûna hejmareke wezîr û berpirsan civîneke awarte encam da.
S. B