Emerîka: Em li baştirîn rê digerîn bo piştîvanîya Tirkiyê li Îdlibê

Wezareta derve ya Emerîkayê raghand, ew li baştirîn rê digern, ji bo piştevanîya Tirkiyê li Îdlibê.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Emerîkayê raghand, ew li baştirîn rê digern, ji bo piştevanîya Tirkiyê li Îdlibê.

Di daxuyanîyekê de  wezareta derve ya Emerîkayê ragehand, ew piştevanya hevalbenda  xwe Tirkiyê dikin û ew li baştirîn rê digerin daku alîkarîya Tirkiyê bikin li krîza ku têde derbaz dibe li Sûriyê.

 Li gor daxuyanîya wezareta derve ya Emrîkayê, ew li gel Enqereyê di peywendîyê deye jibo zanîna dawî pêşhatên êrşa li ser hêzên Tirkiyê li Suriyê.

Daxwaz jî kir ku êrşên Rûsiyê û rîjêma Sûriyê li Îdlibê were rawestandin.

Şeva bûrî, di encama êrşeke frokeyên Rûsiyê de li ser hêzên Tirkiyê li îdlibê 34 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û destihlata Tirkiyê amaje bi kuştina 33 serbazan dike.