NATO êrşên Rûsiyê û Sûriyê li Îdlibê şermezar dike

Piştî kuştina serbazên Tirkiyê li Îdlibê sekiretêrê giştî yê NATOyê êrşên Rûsiyê û Sûriyê li wê navçeyê şermezar kir.

K24- Hewlêr

Piştî kuştina serbazên Tirkiyê li Îdlibê sekiretêrê giştî yê NATOyê  êrşên Rûsiyê û Sûriyê  li wê navçeyê  şermezar kir.

Peyivdara bi navê sekiretêrê giştîyê NATOyê Awana Kongîsko ragehand: Sekiretêrê giştî yê NATOyê daxwaz ji tevaya alîyên milmilanêkar li Sûriyê kirîye xwe rabigirin û xwe dûr bikin ji her milmilanyeka metirisîdar.

Herweha, daxwaz  ji Dîmeşqê jî  û Moskoyê jî kir, êrşên  xwe li navçeya kêmkirina şer rawestîni n û pabendî yasayên mirovî yên navdewletî bibin.

Ji alîyê xwe ve jî, sekirtêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonyo Gotêrês di daxuyanîyekê de , dilgranîya xwe derbarê kuştIna serbazên Tirkiyê li Sûriyê nîşan da û daxwaz kir bi zûtrîn dem agirbest li Îdilbê bête raghandin.