NATO êrşên Rûsiyê û Sûriyê li Îdlibê şermezar dike
Piştî kuştina serbazên Tirkiyê li Îdlibê sekiretêrê giştî yê NATOyê êrşên Rûsiyê û Sûriyê li wê navçeyê şermezar kir.
K24- Hewlêr
Piştî kuştina serbazên Tirkiyê li Îdlibê sekiretêrê giştî yê NATOyê êrşên Rûsiyê û Sûriyê li wê navçeyê şermezar kir.
Peyivdara bi navê sekiretêrê giştîyê NATOyê Awana Kongîsko ragehand: Sekiretêrê giştî yê NATOyê daxwaz ji tevaya alîyên milmilanêkar li Sûriyê kirîye xwe rabigirin û xwe dûr bikin ji her milmilanyeka metirisîdar.
Herweha, daxwaz ji Dîmeşqê jî û Moskoyê jî kir, êrşên xwe li navçeya kêmkirina şer rawestîni n û pabendî yasayên mirovî yên navdewletî bibin.
Ji alîyê xwe ve jî, sekirtêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonyo Gotêrês di daxuyanîyekê de , dilgranîya xwe derbarê kuştIna serbazên Tirkiyê li Sûriyê nîşan da û daxwaz kir bi zûtrîn dem agirbest li Îdilbê bête raghandin.