Rûsya: Firokeyên me hêrişî hêzên Tirkiyê li Îdlibê nekirîne
Wezareta Berevanîya Rûsiyê ragehand, hêrişa hatîye kirin bo ser hêzên Tirkiyê li Îdlibê ne ji alîyê firokeyên Rûsiyê ve bû ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Berevanîya Rûsiyê ragehand, hêrişa hatîye kirin bo ser hêzên Tirkiyê li Îdlibê ne ji alîyê firokeyên Rûsiyê ve bû ye.
Wezareta berevanîy Rûsiyê di daxyanîyekê de ragehand, Enqereyê ti zanyarî derbarê hêzên xwe li gundê Bilyon a Îdlibê nedabûn Moskoyê û artêşa Sûriyê komên çekdar li Îdlibê kiribûn armanc û hêzên Tirkiyê di nav wan çekdaran de bûn.
Di daxuyanîya wezareta berevanîya Rûsiyê de hatîye, Rûsiyê ti burdûmanên asmanî encam nedaye li wan deverên ku serbazên Tirkiyê têde kirîne armanc.
Aşkera jî kirîye, piştî ku wan zanî serbazên Tirkiyê di nav komên çekdar de hatîne kuştin û wan hemû hewlên xwe dan bo rawestandina wê hêrişê li ser serbazên Tirkiyê û veguhaztina birîndar û kuştîyên artêşa Tirkiyê.