Korona gehişte welatek din
Yekem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Bîlarûsya hat tomarkirin.
K24- Hewlêr
Yekem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Bîlarûsya hat tomarkirin.
Duhî jî, li Nîyozlenda, Lîtwanîya û Holendayê yekem haletên tûşbûnê bi wê Vayrosê hatibûn tomarkirin.
Çîn ku çavkanîya belavbûna wê Vayrosê ye, desthelatdarên wî welatî ragehand, di 24 demjimêrên burî de, 44 kesan bi sedema wê Vayrosê canê xwe ji dest dane û heya niha hejmara kesên ku bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane gehaye 2 hezar û 788 kesan.
Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku 327 haletên din ên tûşbûnê bi wê Vayrosê hatîne tomarkirin û hejmara tûşbûyan li wî welatî gehişte 78 hezar û 824 kesan.