Rûsya: Em sazişê nakîn
Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiyê di kongireyeka rojnamevanî de ragehand: Em nekarîn li Sûriyê rê li pêşîya şerê dijî teroristan bigirîn û sazişê bo teroristan nakîn.
K24- Hewlêr
Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiyê di kongireyeka rojnamevanî de ragehand: Em nekarîn li Sûriyê rê li pêşîya şerê dijî teroristan bigirîn û sazişê bo teroristan nakîn.
Got jî: Divê ew rêkkevtin a di navbera serokê Rûsiyê û Tirkiyê hatîye encamdan derbarê Îdlibê bihêt cîbicîkirin û divê opozisyon û terorist ji hev bihên cudakirin û devereka aram bihêt duristkirin û hêzên Tirkiyê û Sûriyê hev dû topbaran nekin.
Wezîrê derve yê Rûsiyê amaje bi wê yekê jî kir, ku mafê hikumeta Sûriyê ye teroristan li wan deveran ji nav bibe.
Aşkera jî kir, li ser daxwazîya Tirkiyê ev ro, peywendîyeka telefonî di navbera Viladîmêr Potin û Receb Teyîb Erdogan hat encamdan û behsa bûyerên duhî yên Îdlibê hat kirin û di ayînde de, peywendî berdewam dibin bo kêmkirina girjîyan.