Rûsya: Tirkiye girûpên terorist diparêze
Cêgirê serokê Komîteya Nêvdewletî di Civata Fedralîya Rûsiyê de ragehand, Tirkiye girûpên terorist diparêze.
K24- Hewlêr
Cêgirê serokê Komîteya Nêvdewletî di Civata Fedralîya Rûsiyê de ragehand, Tirkiye girûpên terorist diparêze.
Viladîmêr Cebarov, cêgirê serokê Komîteya Nêvdewletî di Civata Fedralîya Rûsiyê de, di daxuyanîyekê de ragehand, Tirkiyê sozên xwe derbarê şerê terorê û ji navbirina girûpên teroristî bicih neanîye û çekdarên terorist li Îdlibê diparêze.
Cebarov got jî: Bi sedema kiryarên Tirkiyê niha parêzgeha Îdlibê bûye baregeha teroristan û divê piştîvanîya xwe ji wan re rawestîne.
Herweha tekez kir jî, ku kiryarên bi vî awayî ne tenê gefê li ser rewşa Sûriyê dike; lê li ser tevahîya deverê bandora xwe dihêle.