Tirkiye daxwaza xwe ya agirbestê ragihand şand a Rûsyayê
Şand a Tirkiye daxwaza: Ragihandina agirbestek demildest û demdirêj, kêmkirina aloziyan û vekşandina Hêzên Rejîma Sûriye ligor Rêkeftina Soçî – aniye rojevê
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevdîtinên şandên Tirkiye û Rûsya liser mijara Idlibê, li avahiya Wezareta Derve ya Tirkiye lidar ket.
Şand a Tirkiye bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal a Rûsya jî bi serokatiya Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Krîza Sûriye Aleksander Lavrentiev û Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin pêk hat.
Ligor agahdariyan civîn liser daxwaza Rûsya lidar ketiye.
Herweha hate ragihandin, ku şand a Tirkiye daxwaza: Ragihandina agirbestek demildest û demdirêj, kêmkirina aloziyan û vekşandina Hêzên Rejîma Sûriye ligor Rêkeftina Soçî – aniye rojevê.
Piştî civînê, şand a Rûsyayê, ber bi welatê xwe ve bi rê ketiye.
C.B