Li Çînê 47 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan
Bi sedema vayrosa Korona 27 kesên din li Çînê canê xwe jidest dan û Koryaya Başûr 594 haletên din ên tûşbûna wê vayrosê tomar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi sedema vayrosa Korona 27 kesên din li Çînê canê xwe jidest dan û Koryaya Başûr 594 haletên din ên tûşbûna wê vayrosê tomar dike.
Desthilatên Çînê ragihand, di 24 demjimêrêm bûrî de 47 kesên din bi vayrosa Korona canê xwe jidest dane, bi hejmara nû jî, hejmara kesên li Çînê bi vayrosa Korona canê xwe jidest dane, gihîşt 2 hezar û 835 kesan.
Amaje bi wê jî da, 427 haletên nû yên tûşbûyên vayrosa Korona hatine tomarkirin. Hejmara girtî ya kesên li Çînê tûşî vayrosê bûne, gihîşt 79 hezar û 251 kesan.
Ji aliyekî di ve, desthilatên Koryaya Başûr jî aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 594 haletên tûşbûna bi vayrosa Korona hatine tomarkirin.
Hejmara tûşbûyên bi vê vayrosê li Koryaya Başûr gihîştiye 2 hezar û 931 kesî, herwiha heta niha jî 16 kesan canê xwe jidest dane.
S. B