Rewşa Idlibê Putin û Erdogan kom dike
Nivîsgeha Rojnamevanî ya Hikûmeta Rûsyayê belav kir, Serokê Rûsya Viladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di demeke nêzîk de dicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîsgeha Rojnamevanî ya Hikûmeta Rûsyayê belav kir, Serokê Rûsya Viladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di demeke nêzîk de dicivin.
Diyar kir, her du aliyan di pêwendiyeke telefonî de tekez kir, “Divê di zûtirîn dem de, rewşa rojavayê Sûriyê arman bikin.”
Amaje bi wê jî da, Putin û Erdogan qayil bûne, di demeke nêzîk de civîneke bilind encam bidin.”
Ji ber êrîşa artêşa Sûriyê, 34 serbazên Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin, ev yek jî wek mezintirîn êrîşa li ser artêşa Tirkiyê di 30 salên dawiyê de ye.
Ajansa “Reuters” aşkere kiribû, Serokomarê Tirkiyê dixwaze êrîşeke berfireh li dijî artêşa Sûriyê li Idlibê encam bide, heger rewşa wê herêmê nehat aramkirin.
Tirkiye li dijî êrîşa artêşa Sûriyê li ser Idlibê ye. Artêşa Sûriyê jî çekdarên li nava Idlibê ne bi terorist binav dike û rijd e tevahiya xaka Sûriyê vegerîne bin kontrola xwe.
S. B