Li Stenbolê bi 3 zaravayên Kurdî kurs tên dayîn

Komeleya lêkolînên Kurdî li Stenbolê bi 3 zaravayên Kurdî kursên Kurdî dide destpêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya lêkolînên Kurdî li Stenbolê bi 3 zaravayên Kurdî kursên Kurdî dide destpêkirin. Di van kursan de Kurmancî, Kirmançkî û Soranî ders têne dayîn. Rêveberênkomeleyê diyar dikin ji ber şer û sedemên siyasî ev çend sal bûn eleqeya ji bo fêrbûna zimanê Kurdî gelekî kêm bûbû, lê van 2 salên dawiyê de rewş hêdî hêdî baştir dibe.

Komeleya lêkolînên Kurdî ya ku bê navber hersal bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî dersên Kurdî didin yekemîn kursa Kurdî ya îsal di 29 sibatê de dide destpê kirin. Rêveberê komeleya lêkolînên Kurdî Sîpan Haco diyar dike ew hersal 3 serdeman bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî kursên Kurdî vedikin û ew hewl didin bi rêya vê xebatê derfetê bidin wan kesên ku dixwazin xwe fêrî Kurdî bikin.

Sîpan Haco her wiha dide zanîn wan bi rêya van kursan gelek Kurd û kesên biyanîyên ku hîç Kurdî nizanin fêrî Kurdî kirine û li gel vê yekê ew ji bo wan kesên ku dixwazin xwendin û nivîsandina xwe ya Kurdî jî pêşbixin dersan didin.

Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Sîpan Haco ji K24ê re got: “Li Bakur û Tirkiyê mixabin derfetên Kurdî pir kêm in. ji ber wê jî Kurd di vî warî de gelek şûnde mane. gelek Kurd zimanê xwe nizanin, gelek Kurd xwendin û nivîsandina Kurdî nizanin. Kêmasiya herî mezin ew e ku ziman nizanin. Dema ev hişmendî bi wan re çêdibe hewl didin Kurdî hîn bibin, em jî hewl didin Kurdî fêrî wan bikin.”

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyub Subaşî jî radgihîne ji bo vê serdema nû ya kursan nêzîkî 200 kesan serî li komeleya wan daye û ew bi rêya 83 mamosteyên Kurdî dikarin her serdemê perwerdeyê bidin hezar heta 2 hezar kesan. Subaşî diyar jî dike piraniya kesên xwe fêrî Kurdî dikin ji ciwanên ku li zanîngehan dixwinîn pêktên.

Eyub Subaşî dibêje: “Kursên me yên îsal 29 Sîbatê roja şemiyê destpê dikin. Emê vê serdemê bi 3 zaravayên Kurdî kursan vedikin. Heta niha nêzîkî 200 xwendekaran serî li komeleya me daye. li vê dere halê hazir em dikarin 83 mamosteyên me hene yên ku hetya niha li vêderê perwerde dîtin û bûyîn mamoste 83 kes in. Em dikarin dora hezar heta 2 hezar kesan li vêderê perwerde bikin ji bo me ne problem e. li gor îstatîstîkên niha li ber destê me kesên tên vê derê zêdetir ji %50 - 60 xwendakarên zanîngehan e.”

Berpirsên komeleya lêkolînên Kurdî diyar dikin piştî ku sala 2015 yê li bajarên Bakurê Kurdistanê şerî destpê kir û proseya aştiyê têk çû eleqeya ji bo fêrbûna Kurdî ket asta herî kêm lê ev nêzîkî 2 salan e rewş hêdî hêdî BI ser xwe ve tê.