Koçka Spî pêşniyara nû ya Îranê nîqaş dike

Koçka Spî
Koçka Spî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Koçka Spî piştrast kir ku ew pêşniyara nû ya Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê û paşxistina dosyaya atomî nîqaş dikin. Tevî ku Trump li ser hêlên xwe yên sor cidî ye, Tehran bizavê dike ku bi rêya planeke sê qonaxî agirbestê pêk bîne û kontrola tengavê di destê xwe de bihêle.

Berdevka Koçka Spî Caroline Levitt îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) di konferanseke rojnamevanî de piştrast kir ku Îranê pêşniyarek ji bo "vekirina hevpar a Tengava Hurmizê" pêşkêş kiriye, bi şertekî ku dosyaya atomî ji bo qonaxeke din a danûstandinan bê paşxistin.

Caroline Levitt herwesa got: "Serok Trump û tîma ewlehiya neteweyî îro danê sibehê civînek kir û dibe hîn jî li ser nîqaşkirina vê pêşniyarê berdewam be." Tekez jî kir ku tevî tevî ew pêşniyar tê nîqaşkirin, lê "hêlên sor ên Trump li ser Îranê gelek zelal in, çi ji bo gelê Amerîkayê û çi ji bo Îranê bi xwe."

Ev pêşniyara Îranê di demekê de ye ku îdareya Trump zexteke bêwêne ya aborî û leşkerî xistiye ser Tehranê. Mijara Tengava Hurmizê jî yek ji xalên herî girîng ên hevrikiyên ye ku bandoreke rasterast li ser bazara enerjiyê ya cîhanî heye.

Herwesa li gorî zanyarên rojnameya “Wall Street Journal”ê, plana aştiyê ya Îranê ji sê qonaxên sereke pêk tê:

- Qonaxa Yekê: Rawestandina demkî ya şer û wergirtina garantiyên pêdivî daku pevçûnên leşkerî careke din neyên destpêkirin.
- Qonaxa Duyê: Paşxistina dosyaya atomî; Îranê daxwaz kiriye ku di vê qonaxê de tu danûstandin li ser bernameya wê ya atomî neyên kirin û ji bo paşerojê bê paşxistin, ev jî wekî bizavekê ji bo hêsankirina gihîştina bi lihevkirina agirbestê.
- Qonaxa Sêyê: Tevî pêşniyara vekirina tengavê, Tehranê ji navbeynkarên xwe re ragihandiye ku ew li ser wê yekê cidî ye ku mafê kontrolkirin û birêvebirina Tengava Hurmizê di destê wê de bimîne.