Nêçîrvan Barzanî û Abraham Hamadeh rewşa deverê dikin

Nêçîrvan Barzanî û Abraham Hamadeh
Nêçîrvan Barzanî û Abraham Hamadeh

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Endamê Kongirêsa Amerîkayê Abraham Hamadeh bi rêya telefonê axivîn. Di wê peywendiyê de, giringiya berdewamiya piştgiriya Kongirêsê ji bo Herêma Kurdistanê û rola Hewlêrê di parastina aramiya deverê de hatin nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) di peywendiyeke telefonî de ligel Endamê Kongirêsa Amerîkayê Abraham Hamadeh rewşa deverê bi giştî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bi taybetî nîqaş kirin.

Di wê peywendiyê de, her du aliyan li ser bandor û encamên rewşa niha, bi taybetî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, dîtin û nêrînên xwe li hev guhertin. Di vê çarçoveyê de, wan giringiya berdewamiya piştgiriya Kongirêsê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda de tekez kir.

Herwesa rola Herêma Kurdistanê di parastina aramî û tenahiyê de, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên ligel welatên cîran û çend mijarên din ên ji bo her du aliyan girîng jî mijarên tewereke din ê wê peywendiyê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û endamê Kongirêsa Amerîkayê Abraham Hamadeh di peywendiyeke telefonî de guhertinên herî dawiyê yên deverê û bandora wan li ser Iraq û Herêma Kurdistanê nîqaş kirin, herwesa her du aliyan giringiya berdewamiya piştgiriya Waşintonê ji bo Hewlêrê û parastina tenahiya deverê jî tekez kirin.