Du hezar keştî û 20 hezar deryavan li Tengava Hurmizê asê mane
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rêxistina Deryavaniya Navneteweyî haydariyê krîzeke demdirêj li Tengava Hurmizê da û tekez kir ku çareseriya leşkerî ne rêkara bingehîn e. Niha li tengavê 2 hezar keştî û 20 hezar deryavan asê mane, di heman demê de li ser kontrolkirina tengavê di navbera Amerîka û Îranê de şerekî dijwar ê daxuyaniyan heye.
Serokê Rêxistina Deryavaniya Navneteweyî Ersino Dominguez îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku çareseriya leşkerî ji bo krîza Tengava Hurmizê nabe çareseriyeke demdirêj. Haydarî jî da ku heta hevaltiya leşkerî ya keştiyan jî xetera armanckirina wan bi temamî ji hole ranake.
Serokê Rêxistina Deryavaniya Navneteweyî amaje bi wê yekê jî kir ku ew aloziyên li Tengava Hurmizê çê bûne, dibe ku ji bo demeke dirêj berdewam be, heta piştî bidawîhatina hevrikî û şeran li deverê jî.
Ev daxuyaniya Dominguez di demekê de ye ku ji 28ê Sibatê ve ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re, Tengava Hurmizê li ber keştiyên bazirganî hatiye girtin. Tevî bizavên vekirina wê tengavê, heta niha rê ji bo wan keştiyên ku asê mane nehatiye vekirin.
Aliyê Îranî di daxuyaniya xwe ya herî dawiyê de jî ragihand ku Tengava Hurmizê dê di bin kontrola Îranê de bimîne û tenê desthilata Tehranê dikare îdareya wê bike. Li beramberî wê yekê jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ew bi tu rengan rêyê nadin ku Îran careke din dest bi ser Tengava Hurmizê de bigire.