Sûriye: Me firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê li Idlibê şikand
Hikûmeta Sûriyê red dike firokeyeke wê ya şer li Idlibê ji aliyê grûpên çekdar ve ketibe xwarê û radigihîne, wan firokeyeke bêfirokvan a Tirkî xistiye xwarê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Sûriyê red dike firokeyeke wê ya şer li Idlibê ji aliyê grûpên çekdar ve ketibe xwarê û radigihîne, wan firokeyeke bêfirokvan a Tirkî xistiye xwarê.
Medyaya opozîsyona Sûriyê ragihandibû, grûpên çekdaran li derdora bajarokê Seraqibê firokeyeke şer a rêjîma Sûriyê xistiye xwarê.
Lê ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî ew nûçe red kir û ragihand, ew li Idlibê ketiye xwarê firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê û ji aliyê wan ve hatiye xistin, ji ber ku derbasî esmanê Sûriyê bûye.
Herwiha ragihand, esmanê herêma bakurê rojavayê Sûriyê li pêş her firokeyekê hatiye girtin, her firokeyek dijminan bike wî esmanî dê were xistin.
S. B