Tirkiyê dû firokeyên Sûriyê xistin xwar
Berevanîyên Asmanîyên Tirkiyê dû firokeyên Sûriyê xistin xwar.
K24- Hewlêr
Berevanîyên Asmanîyên Tirkiyê dû firokeyên Sûriyê xistin xwar.
Mêdya rjîma Sûriyê belav kirîye, ku berevanîyên Asmanîyên Tirkiyê dû firokeyên Sûriyê ji curî Soxoy 24 li derdora Îdilbê xistîne xwar.
Evro jî, bi şaşî çekdarên dijberîya Sûriyê frokeyeka bêfirokvana Tirkiyê li derdora Seraqib xistibûne xwar.
Piştî wê bûyerê hikumeta Sûriyê girtina asmanê bakurê rojavayê Sûriyê bi taybetî li Îdilbê ragehandibû. Herweha raghandibû ku her firokeyek asmanê Sûriyê derbaz bike dê bibe armanca berevanîyên wan yên Asmanî.