Neteweyên Hevgirtî: 13 hezar penaber gehiştîne sinûrê Yûnanê
Neteweyên Hevgirtî, ragehand, heya niha 13 hezar penaber li ser sinûrê di navbera Trikiyê û Yuûnanê civîyane.
K24- Hewlêr
Neteweyên Hevgirtî, ragehand, heya niha 13 hezar penaber li ser sinûrê di navbera Trikiyê û Yuûnanê civîyane.
Rêkxistîya Koça Nêvdewletî ser bi Neteweyên Hevgirtî ragehand, heya niha bi fermî 13 hezar penaberan derîyên sinûrîyên Bazarkol û Îbsala burandine û pişkek ji wan li derîyên nefermîyên sinûrê Tirkiyê ber bi Yûnanê hîlane û derbaz bûne.
Berê jî wezîrê navxwe yê Tirkiyê, Silêman Sûylo ragehandibû, 76 hezar penaber ji sinûrê parîzgeha Edirne ya hevsinûr li gel Yûnan û Bulgarîya hêlane û berev Ewrûpa çûne.