Kremlin bo Erdogan: Bi artêşa Sûriyê re şerê terorê dikin

Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) di bersiva Serokomarê Tirkiyê de ragihand, ew ji Sûriyê venakişin û dê li kêlek artêşa Sûriyê şerê grûpên terorist li Idlibê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) di bersiva Serokomarê Tirkiyê de ragihand, ew ji Sûriyê venakişin û dê li kêlek artêşa Sûriyê şerê grûpên terorist li Idlibê bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, wî ji Serokê Rûsyayê re gotibû, li Sûriyê xwe bidin aliyekî û wan bi rêjîma Sûriyê rûbirû bihêle.

Peyvdarê Serokatiya Rûsyayê Dîmitrî Peskov bersiva Erdogan da û ragihand, Rûsya li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê ya rewa li wî welatî ye û hemû hêzên din ên li dijî yasa û perensîpên navdewletî li Sûriyê ne.

Tekez kir jî, artêşa Sûriyê şerê teroristên ku Tirkiyê li gor rêkeftina Sûçî soz dabû, dê çalakiya wan li Idlibê nehêlibe, dike.

Peskov diyar kir, grûpên terorist binkeyên serbazên Rûsî armanc dikin û ji ber vê yekê jî ew li kêleka artêşa Sûriyê di şerê terorê de berdewam in.

Peyvdarê Serokatiya Rûsyayê tekez kir jî, Putin û Erdogan dê di hefteya bê de bi hev re bicivin.

  

S. B