Şandeke bilind a Amerîkî serdana Tirkiyê dike

Şanderê Amerîka bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey û Nûnera Amerîka li Netewên Yekgirtî Kelly Craft ji bo dosya Sûriyê tên Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Amerîka bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey û Nûnera Amerîka li Netewên Yekgirtî Kelly Craft serdana Tirkiyê dikin.

Li gor medyaya Tirkiyê, Şandeke pilebilind a Amerîkayê, ku ji Şanderê Amerîka bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey Nûnera Amerîka li Netewên Yekgirtî Kelly Craft pêk tê, îro serdana Tirkiyê dike.

Li got agahiyan, şanda Amerîkî dê îro bigihe Enqerê û dê bi berpirsên Tirkiyê re rewşa Sûriyê û bi taybet rewşa Idlibê guftûgo dike.

Hatina vê şanda Amerîkî bo Tirkiyê di demekê de ye, li Idlibê şer û pevçûn di navbera artêşa Sûriyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de zêde bûne û hejmarek ji serbazên Tirkiyê li wê herêmê hatine kuştin.

Herwiha Tirkiyê jî piştî kuştina 36 serbazên xwe li Idlibê, dest bi operasyoneke serbazî kiriye û duhî Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihandibû, operasyona wan ya bi navê “Mertala Buharê” li Idlibê bi serkeftî berdewam dibe.

Ji aliyekî din ve, Tirkiye wek karteke fişarê li ser Yekîtiya Ewropayê, sînorên xwe li ber koçberan vekiriye û bi gotina Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, heta niha zêdetir ji 100 hezar koçberan xwe gihandine ser sînorê Yunanistanê.

 

S. B