Artêşa Sûriyê dîsa bajarokê Seraqibê kontrol dike
Artêşa Sûriyê careke din bajarokê Seraqibê ji destê grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike derxist.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Sûriyê careke din bajarokê Seraqibê ji destê grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike derxist.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê, îro careke din piştî şerekî giran, karî bajarokê Seraqibê ji destê çekdaran kontrol bike.
Artêşa Sûriyê berî nêzîkî mehekê bajarokê Seraqibê û riya navdewletî M 5 kontrol kiribû, lê çekdaran roja 27ê vê mehê wî bajarokî vegerînin, îro jî careke din ew bajar kete destê hêzên rêjîma Sûriyê.
Bajarokê Seraqibê xwedî cihekî stratejîk e û li ser riya navdewletî M 5 ya di navbera Şam û Helebê de ye, herwiha riya girêdana Heleb bi Laziqiyê ve jî.
Li gor zanyariyên Rewangehê, pêşketina hêzên rêjîma Sûriyê li Seraqibê hevdem e bi pêşketina grûpên çekdaran li bajarokê Kefrenbil.
Diyar kir jî, di encama mûşekbarana hêzên rêjîma Sûriyê li ser gundê Qimînas, hejmarek ji serbazên Tirkiyê birîndar bûn.
Li aliyê din, çekdarên opozîsyonê red dikin bajarokê Seraqibê bi temamî ketibe destê hêzên rêjîmê û dibêjin, şer û pevçûn di navbera her du aliyan de berdewam in.
S. B