Tirkiyê 19 serbazên artêşa Sûriyê kuştin

Artêşa Tirkiyê di êrîşeke esmanî de 19 serbazên hêzên rêjîma Sûriyê li Idlibê dikuje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê di êrîşên esmanî de 19 serbazên hêzên rêjîma Sûriyê li Idlibê dikuje.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên bêfirokvanê yên Tirkiyê pêgehên hêzên rêjîma Sûriyê li çiyayê Zawiye û serbazgeha Hamidiyê li gundewarê Idlibê armanc kirin û di encamê de 19 kes ji hêzên rêjîmê hatin kuştin.

Piştî êrîşa artêşa Sûriyê li ser hêzên Tirkiyê li Idlibê û kuştina 34 serbazên Tirkiyê, Tirkiyê operasyona serbazî ya bi navê ‘’Mertala Biharê’’ li Idlibê destpê kir.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duhî ragihandibû, operasyona “Mertala Buharê” bi serkeftî birêve diçe û heta niha, 2 hezar 212 serbazên Sûriyê hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve jî çavkanîyekê ji Wezareta Bervanîyê yê Sûriyê ragihand, hêzên berevaniya asmanî ya Sûriyê duhî 6 firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê li asmanê Îdlibê têk şikandine.

 

S. B