Haleteka dî ya Koronayê li Rûsiya hat tomarkirin

Navenda Rûsiyê bo xwe paraztinê ji Vayorsa Koronayê ragehand, hevwelatîyekê rûsî, ku ji Îtalya vegerîyabû; tûşî Vayrosa Korona bûye û haleta wî hatyçye destnîşankirin.

K24- Hewlêr

Navenda Rûsiyê bo xwe paraztinê ji Vayorsa Koronayê ragehand, hevwelatîyekê rûsî, ku ji Îtalya vegerîyabû; tûşî Vayrosa Korona bûye û haleta wî hatyçye destnîşankirin.

Wê navendê ragehand jî: Ew hevwelatî, roja 23yê Subatê ji Îtalya vegerîyaye Rûsiya û li mala xwe jîya ye dûv re ji ber bihin tengîyê û azara sîyê xwe serdana nexweşxaneyê kirîye.

Xuya jî kirîye, ew kesê tûşbûyî xistîne jêr çavdêrîya hûr a pizîşkîyê ve û çareserîya pêwîst jî bo hatîye kirin.