Yekêtîya Ewrûpa: Hêvîdarîn Tirkiya rêz li rêkkevtina di navbera me de bigire
Gotebêjê rawêjkara Elmaniya, Engêla Mêrkil ragehand, Yekêtîya Ewrûpayê çaverê li Tirkiyê dikin ku rêzê li wê rêkkevtinê bigire ewa li gel Yekêtîya Ewrûpayê wajû kirîye derbarê koçberan.
K24- Hewlêr
Gotebêjê rawêjkara Elmaniya, Engêla Mêrkil ragehand, Yekêtîya Ewrûpayê çaverê li Tirkiyê dikin ku rêzê li wê rêkkevtinê bigire ewa li gel Yekêtîya Ewrûpayê wajû kirîye derbarê koçberan.
Evro, serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragehand, pirsa vekirina sinûr li rûyê penaran hatîye yekalîkirin û êdî derîyê danaxîn.
Erdogan gefa wê yekê jî kir, bi van nêzîkan bi milyonan penaber ber Ewrûpayê dê biherin.
Di evê çarçoveyê de, seroka Komisyarên Ewrûpayê, Orsola Von Dêrlayîn ragehand, Yekêtî ya Ewrûpayê hevsoze li gel Tirkiyê derbarê rewşan Sûriyê.
Got jî: Biryara Tirkiyê bo vekirina derî li rûyê penaberan daku bigehin Ewrûpa çareserîya arîşeyan nake.