Neteweyên Yekgirtî: Divê Tirkiye berpirsiyariya tawanên grûpên çekdar ên li Suriyê hilgire
Neteweyên Yekgirtî radighîne, divê Tirkiye berpirsiyariya tawanên grûpên çekdar ên li Suriyê hilgire
K24- Hewlêr
Neteweyên Yekgirtî radighîne, divê Tirkiye berpirsiyariya tawanên grûpên çekdar ên li Suriyê hilgire
Endamê Komîteya Lêkolînê ya Serbixwe ya bi ser Neteweyên Yekgirtî ve li Suriyê, Hanî Mecalî di konferansek rojnamevanî de ragihand, divê Tirkiye berpirsiyariya tawanên, ku li Suriyê ji aliyê grûpên, ên ku Enqera rahênan û biçek kirin e, hilgire.
Mecalî got jî, ew dibîn in, ku Tirkiye divê herî kêm berpirs be, di ber van binpêkirinên çekdaran de.
Ew Komîte ya bi ser Neteweyên Yekgirtî ve, ku Operasyona Tirkiyê li bakurê Suriye, ya bi navê Kaniya Aştiyê dinerxîne dibêje, ku heta niha ti belge bi dest nexistin e, ku ew gropên çekdar, bi zanyarî yan bi fermanek rasterast ji Tirkiyê ve, ew kar encam dabin, lê dibîn e ku divê Tirkeye berpirsyariya karên wan gropan li Suriyê, hilgir e.