Yunan hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Tirkiyê

Ji bo rêgirtin li derbasbûna penaberan, Yunan hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Tirkiyê. Frensa jî, piştevaniya Yunanistanê ji bo rêgirîkirin li çûn a penaberan, bo Ewrupa dike.

K24- Hewlêr

Ji bo rêgirtin li derbasbûna penaberan, Yunan hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Tirkiyê.  Frensa jî, piştevaniya Yunanistanê ji bo rêgirîkirin li çûn a penaberan, bo Ewrupa dike.

Nûçegîhanê Kurdistan 24 li bajarê Kastanya yê Yunanistanê, ku liser sînorê Tirkiyê ye  ragihand, hikûmeta Yunanistanê hejmarek zêde ya polîs û hêzê şandiye ser sînorê Tirkiyê,  da ku rê li ber çûn a penaberan ji bo wî welatî bigre.

Ji aliyek din ve, Wezareta derve ya Frensa ragihand, piştevanya rêkarên Yunanistanê ji bo rêgirîkrin li çûn a penaberan ji bo Ewrupa dike.

Şêwirmenda Elmanya Angela Merkel jî ragihand, fişarên Serokomarê Tirkiyê li ser Ewropa di rêya Penaberan re nayên qebûl kirin.