Yunan hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Tirkiyê
Ji bo rêgirtin li derbasbûna penaberan, Yunan hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Tirkiyê. Frensa jî, piştevaniya Yunanistanê ji bo rêgirîkirin li çûn a penaberan, bo Ewrupa dike.
K24- Hewlêr
Ji bo rêgirtin li derbasbûna penaberan, Yunan hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Tirkiyê. Frensa jî, piştevaniya Yunanistanê ji bo rêgirîkirin li çûn a penaberan, bo Ewrupa dike.
Nûçegîhanê Kurdistan 24 li bajarê Kastanya yê Yunanistanê, ku liser sînorê Tirkiyê ye ragihand, hikûmeta Yunanistanê hejmarek zêde ya polîs û hêzê şandiye ser sînorê Tirkiyê, da ku rê li ber çûn a penaberan ji bo wî welatî bigre.
Ji aliyek din ve, Wezareta derve ya Frensa ragihand, piştevanya rêkarên Yunanistanê ji bo rêgirîkrin li çûn a penaberan ji bo Ewrupa dike.
Şêwirmenda Elmanya Angela Merkel jî ragihand, fişarên Serokomarê Tirkiyê li ser Ewropa di rêya Penaberan re nayên qebûl kirin.