Evro Korona gehişte çend welatên din

Wezareta tenduristîya Ûrdinê ragehand, yekem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Korona ya hate tomarkirin.

K24- Hewlêr

Wezareta tenduristîya Ûrdinê ragehand, yekem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Korona ya hate tomarkirin.

Xuya jî kirîye, ew tûşbûyî ji Îtalya vegeryaye Ûrdinê û niha ew kes li jêr çavdêrîya pizîşkî ye û dihête çareserkirin.

Wezareta tenduristîya Tunisê jî, yekem haleta tûşbûnê bi Vayosa Koronayê di welatê xwe de ragehand.

Li gor ajansa Nûçe ya Tunis (WAT) wezareta tendurisîtya wî welatî yekem haleta tuşbûnê bi Koronayê ragehandîye û kesê tûşbûyî ji Îtalîya vegerîya ye.

Herweha Seûdîye tomarkirina yekem haleta tûşbûnê bi vayrosa Koronayê di welatê xwe de ragehand.

 Di daxuyanîyekê de, wezareta tenduristîya Seûdîye yekem haleta tûşbûna Koronayê piştrast kir û amaje bi wê yekê kirîye ku ew hevwelatîyê tûşî Vayrosa Koronayê bûye ji Îranê vegerya ye.