Emerîka red dike di hêrişa Îdlibê de hevkarîya Trikiyê kiribe

Wezîrê berevanîya Emerîkayê, Mark Êsper, ragehand, Emerîka bi ti awayekê hevkarîya asmanîya Tirkiyê nekirîye di wê operasyona serbazî de ewa li sinûrê Îdlibê birêve dibe.

K24- Hewlêr

Wezîrê berevanîya Emerîkayê, Mark Êsper, ragehand, Emerîka bi ti awayekê hevkarîya asmanîya Tirkiyê nekirîye di wê operasyona serbazî de ewa li sinûrê Îdlibê birêve dibe.

Evro Dûşembîyê, Mark Êsper  bi rojnamevanan ragehand, ji dema kuştina 33 serbazên Tirkiyê ve, Emerîka kar bo wê yekê dike hevkarîyê mirovî yên zêdetir bigehîne Tirkiyê.

Di bersiva pirsyarekê de, ka hevkarîyên Emerîka bo Tirkiya piştîvanîya asmanîya bo artêşa Tirkyê li xwe digire? Êsper got: Nexêr.

Zelal jî kir,  li gel sekiretêrê giştîyê Peyman a Bakûra Etelsî (NATO) Yênis Stoltinbêrg gotûbêj kirîye û NATO amadeye bo rûbirûbûna eger her rewşeka nişkav.