Hêzên Rûsya gehiştin Seraqib li nêzîk Îdlibê
Navenda Rusya bo Aştîyê li Sûriya ragehand, Rûsya plîsên serbazîyên xwe li devera Seraqib li başûrê Îdlibê belav kirîne.
K24- Hewlêr
Navenda Rusya bo Aştîyê li Sûriya ragehand, Rûsya plîsên serbazîyên xwe li devera Seraqib li başûrê Îdlibê belav kirîne.
Wê navendê ragehand jî, armanc ji wê pêngava Rûsya dabînkirina asayîşa rê ya nêvdewletî ya M4 û M5 e.
Berê jî, artêşa Sûriya ragehandibû, ku wan bajarê Serqib a stratîcî li derdora Îdlibê bi temamî kontirol kirîye.
Di çend rojên burî de, hêzên Sûriya û xalên çavdêrîyê yên Tirkiyê li sinûrê parêzgeha Îdlibê rûbirûyê hevdû bibûn û bi sedema wê yekê jî hejmareka serbazên Tirkiyê hatin kuştin.