Esîna: Tirkiya bûye serekîtirîn qaçaxçya penaberan
Serok wezîrên Yunanê Kîryakos Mîtsotakîs ragehand, Tirîkiya bûye qaçaxçî ya serkî ya panaberan. Serokê Tirkiya, pirsa penaberan bikar dihîne bo çavpoşînê ji sîyaseta welatê xwe li benraber bi Sûriya.
K24- Hewlêr
Serok wezîrên Yunanê Kîryakos Mîtsotakîs ragehand, Tirîkiya bûye qaçaxçî ya serkî ya panaberan. Serokê Tirkiya, pirsa penaberan bikar dihîne bo çavpoşînê ji sîyaseta welatê xwe li benraber bi Sûriya.
Serok wezîrên Yûnanê, got jî, ew hejmara Erdogan behs dike gelek kêmtire ji hejmara rasteqîne ya penaberan.
Herweha got: Arêşeya penaberên li ser sinûrê Yunanê gefeka na rasterast e bo ser sinûrên Yekêtîya Ewrûpayê. Hêvîdarîn ew arêşe bibe sedema rabûna Ewrûpayê û berpirsîyê bixe stûyê xwe.
Xuya jî kir, hikumeta Yunanê, hemû hewlekê dide daku ew kesên bi qaçax dikevin di navê axa wande vegerînin.
Kîryakos Mîtsotakîs daxwaz jî kir, Civata Asayîşa Neteweyî ya welatê wî, civîneka bilez encam bide bo genegeşekirina evê pirsê.