Dema helbijartina Perlemana Sûriyê hat destnîşankirin

Serokê Sûriyê dema hilbijartina Encûmana Gel a Sûriyê destnîşan dike.

K24- Hewlrê

Serokê Sûriyê dema hilbijartina Encûmana Gel a Sûriyê destnîşan dike.

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro mersoma hejmara 76 a sala 2020an derxist, ku tê de  13ê meha Nîsanê wekî roja hilbijartinên endamên Encûmena Gel a Sûriyê  destnîşan kir. Encûmena Gel a Sûriyê ji 250 kesan pêk tê, ku 127 kes ji wan taybet bi karker û cotyaran in.

Ev biryar a Serokê Sûriyê di demekê de ye, ku şer li Idlib, gundewarê Helebê û hin deverên din, di navbeyna artêşa Sûriyê û opozîsyona çekdar de berdewam e.