Rûsya Tirkiye bi hevahengiya bi “teroristan” re tometbar dike
Rûsya tiliyê tometê dirêjî Tirkiyê dike û wê bi cibicînekirina rêkeftina avakirina navçeyeke “kêmkirina aloziyan” li Idlibê û hevkariya bi teroristan re tometbar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya tiliyê tometê dirêjî Tirkiyê dike û wê bi cibicînekirina rêkeftina avakirina navçeyeke “kêmkirina aloziyan” li Idlibê û hevkariya bi teroristan re tometbar dike.
Peyvdarê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, li şûna Tirkiyê grûpên terorist ji opozîsyona miyanrew cuda bike, grûpên terorist têkelî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê dibin û rojane êrîşî navenda Hemêmîm a Rûsî ya esmanî dikirin.
Herwiha got: Tirkiyê yasaya navdewletî binpê kiriye û hêzeke biqasî firqeyeke mîkanîkî li Idlibê bicih kiriye.
Ev tometên Rûsya ji Tirkiyê re, berî rojekê ji civîna li Mosko ya di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan tê.
Biryar e her du serok pirsa kêmkirina aloziyan li Idlibê guftûgo bikin, bi taybet ku hêzên Rûsî û Tirkî ji rûbirûbûna rasterast a serbazî nêzîk bûne.
Jêder: Reuters