Îraqê 82 zaroyên Daişîyan vegerandin Azerbaycanê
Hikumeta Îraqê 82 zaroyên çekdarên Daişîyan vegerandin Komara Azerbaycanê.
K24- Hewelê
Hikumeta Îraqê 82 zaroyên çekdarên Daişîyan vegerandin Komara Azerbaycanê.
Ehmed Sehafm gotebêjê wezareta derveya Îraqê ragehand, ew 82 zaroyên çekdarên Daişîyan li gel dayîkên wan hatibûn girtin û zaroyên çekdarên Daişê bûne.
Ehmed Sehaf zelal jî kirîye, hejmara wan zaroyên Daişîyên yên heya niha hatine vegerandin bo welatên xwe gehaye 828 zaroyan, ku xelkê çend welatên cudane.
Piştî şikestina Daişê, rêkxistina Daişê li Îraq û Sûriyê, malbat û çekdarên Daişê xistin di kampan de. Dûv re hinek welatan amadeyî ya xwe nîşandan bo vegerandina wan zaroyan bo welatên xwe, lê hinek din red dikin wan zaroyan wergirin.