Sûriyê: Derbazbûna berpirsên Amerîkî bo Idlibê dijî biryarên navdewletî ye

Wezareta derve ya Sûriyê radighîne, hejmarek berpirsên Amerîkî derbasî parêzgeha Idlibê bûn e, ev yek ne rewa ye û li dijî biryarên navdewletî ye.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Sûriyê radighîne, hejmarek berpirsên Amerîkî derbasî parêzgeha Idlibê bûn e, ev yek ne rewa ye û li dijî biryarên navdewletî ye.  

Jêderek berpirs ji Wezareta derve ya Sûriyê ji Ajansa SANA re ragihandiye, ku hejmarek berpirsên Amerîkî bi awayek nerewa derbasî parêzgeha Idlibê bûn e.

Wî jêderî da ye zanîn, ku ev gav ne rewa ye, li dijî biryarên navdewletî ye, û Amerîka dixwaze rewşa wê deverê tevlihev bike.

Duhî şandek Amerîkî bi Serokatiya şanderê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey liser sînorê Idlibê bû, û navborî piştevaniya welatê xwe ji bo Tirkiyê ragihandibû.